"Divê weşangeriya Kurdî ji bin bandora partiyan derkeve"

Nivîskar, rojnamevan û lêkolînerên Kurd, tekez kirin ku êdî divê Kurd jî weşangerî û rojnamevaniya xwe li gor pîvanên hemdem û gerdûnî bikin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, bi mebesta weşandina 100. hêjmara Kovara Deng, panelek hat sazkirin. Nivîskar, rojnamevan û lêkolînerên Kurd, di panelê de bal kişandin ser wê yekê ku heta serdemên dawî, weşangeriya Kurdî bi destê partî û rêxistinên Kurd hatiye kirin, lê divê êdî Kurd jî weşangerî û rojnamevaniya xwe li gor pîvanên hemdem û gerdûnî bikin.

Nivîskar û rojnamevanên Kurd ên wek Roşan Lezgîn, Sîdar Basûd, Ako Mihemed, Suleyman Çevîk û Fehîm Işik, di gotarên xwe yên ku di panela “Kovara Deng” de pêşkêş kirin; gotin ku ji ber rewşa Kurdistanê, weşangerî û çapameniya Kurdî, bi astengî û zehmetiyên mezin û têkoşînekî gehiştiye vê astê. Herwiha diyar kirin ku pêşketin û giringidayîna siyaseta Kurd, bandorên mezin li weşangeriya Kurdî dike.

Panel a ku bi beşdariya gelek siyasetmedar û rewşenbîran birêve çû, li ser dîrok û raborî û paşeroja  weşangeriya Kurdî gotar hatin pêşkêş kirin. Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Îbrahîm Guçlu, rexne li siyasetên ku li ser navê Kurdan bi zimnên Kurdî nayên kirin girt û daxwaz kir ku ew têkoşîn û keda hatiye dayîn, di zimanê siyasetmedarên Kurd de jî nirxên xwe bibînin da ku Kurd jî bikarin li gor pîvanên hemdemî xwe pêş bixin.

Di panelê de ku bi 2 runiştinan birêve çû, kêmbeşdariya jinên Kurd, di çapamenî û weşangeriyê de hat bilêv kirin û zêdebûna beşdariya jinan girîng hat nirxandin. Lêkolîner û nivîskarê Kurd Saîd Veroj jî, got ku weşangerî û rojnamevanî heta demên dawî bi destê rêxistinên siyasî bûne, lê divê weşangeriya Kurdî jî bikare xwe ji hizbeyatî berbi nirxên neteweyî û gerdûnî ve veguhêze.

Kovara Deng, di sala 1989an de, bi Kurdî û Tirkî dest bi weşana xwe kiriye û ev 27 sal e ku 3 mehan carekî tê weşandin.