Rûsya: Me tu binke li Qamişloyê ava nekirine

Beriya demekê belav bibû ku, hêzên Rûsî li firokexaneya Qamişlo bicih bûne.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Rûsyayê ragihand ku, wan ti binkeyeke leşkerî ji hêzên xwe re li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ava nekiriye.

Di dema dawiyê de hat belavkirin ku, Rûsya firokexaneya Qamişloyê amade dike, ji bo ku wek binkeyeke leşkerî ji xwe re bikar bîne. Rojnameya The Times jî ew nûçe belav kiribû.

Di vê derbarê de, Berdevkê Wezareta Bergirî ya Rûsyayê, Igor Konashenkov got: ‘ the Times bi van îdiayên ku dibêje Rûsya wê li Qamişloyê binkekeye leşkerî ava bike, dixwaze hêza xwe ya leşkerî ku şandiye sînorê Sûriyeyê bide jibîr kirin.”

Igor Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku “Li Sûriyeyê ji bo firokeyên Rûsî binkeyeke nû nehatiye avakirin û tu planeke me wiha jî nîne.”

Konaşenkov di dirêjiya axaftina xwe de got: “Firokeyên Rûsî li Sûriyeyê di nava nîv saetê de diçin durahiya herî dirêj. Tenê yê ku ji kar fêhmnekin dikarin bêjin û bifikirin ku Rûsya li Qamişloyê binkeyeke leşkerî ava dike.”