Larîcanî: Me berê û niha jî alîkariya Kurdan kiriye

Serokê Parlementoya Îranê li Bexdayê ye.
kurdistan24.net

K24- Bexda

Serokê Parlementoya Îranê, Elî Larîcanî taybet ji K24ê re ragihand ku, wan di çarçoveya Iraqek yekgirtî de “alîkariya Kurdan kiriye.”

Elî Larîcanî anî ziman jî ku, çi li serdema sitemkariya rejîma Beis û çi jî piştî azadkirina Iraqê, wan alîkariya Başûrê Kurdistanê kiriye.

Serokê Parlementoya Îranê tekez kir jî ku, hemû alîkariyên ku wan pêşkeşî Kurdan kiriye, di çarçoveya Iraqek yekgirtî de ye.

Wî berpirsê Îranî yê payebilind tekez li ser pêwendiyên berferehê yên welatê xwe ligel Herêma Kurdistanê kir.

Larîcanî îro bi serdaneke fermî gehiştiye paytexta Iraqê, Bexdayê.