Welatê Çîk çek ji Pêşmergeyan re şandin

Hikûmeta Çîkî 6 hezar û 500 parçe çekên sivik û 7 milyon gule bi rêya Amerîkayê şandine.

K24- Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Çîkî ragihand ku, ji bo piştgiriya şerê li dijî DAIŞê birêve diçe, wan biryar da ku çekan ji Iraq û Urdinê re bişînin.

Serokwezîrê Çîk, Bohuslav Sobotka ji medyayê re got ku, şerê li dijî DAIŞê beşekî girînge ji çareserkirina krîza koçberan re a ku li Ewropayê qewimiye.

Li gor ku Bohuslav Sobotka diyar kiriye, hikûmeta Çîk 6 hezar û 500 parçe ji çekên sivik û 7 milyon gule bi rêya Amerîkayê şandine Iraqê, dê barek gule û teqemenî jî ji Urdinê re bişîne.

Li gor medyaya Çîkî, ew çek bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ne, ku ev nêzîk 2 salan e li dijî DAIŞê şer dikin.