Firat Cewerî mizgîniyek da hezkiriyên xwe

Firat Cewherî, di ravekirina jînenîgariya xwe ya wêjeyî de li ser bandora şairê mezin Cegerxwîn rawestiya û zilma dewleta Tirkiyê ya li ser zimanê Kurdî kir.

K24 - Enqere

Nivîskarê wêjeya Kurdî Firat Cewerî li paytexta Tirkiyê Enqerê li ser jînenîgariya xwe gotûbêjek kir. Firat Cewherî, di ravekirina jînenîgariya xwe ya wêjeyî de li ser bandora şairê mezin Cegerxwîn rawestiya û qala serpêhatî û kirinên zilma dewleta Tirkiyê ya li ser zimanê Kurdî ya 36 sal berê kir.

Wêjenivîsê Kurd Firat Cewerî li Enqerê li komelaya Kusî-Kurdê li ser jînenîgariya xwe ya 36 salan gotûbêjek. Cewerî di ravekirina serpêhatiya jînenîgariya xwe de qala girîngiya zimanê kurdî kir û li ser wejê, çand û pêdiviya rasteqînî ya nivîskarên zimanê Kurdî û hêdî hêdî cîhanîbûna wêjeya Kurdî rawestiya.

Firat Cewerî di 36 saliya xwe ya wêjeya Kurdî de heta niha ligel wergeran xwediyê 36 pirtûkan e. Herwiha xwediyê kovara wêjeyî ya bi navê Nûdemê ye.

Gotûbêjê doh saet 19:00an de destpê kir 2 saetan kişand. Hezkiriyên Cewerî, piştî gotûbêjê derbarê wêjeya Kurdî zehmetî û astengên li pêşiya zimanê Kurdî pirs ji Cewerî kirin.

Firat Cewerî got: "Dîroka ddebiyata Kurdî ya modern her çiqas em bi romanên erebî dest pê bikin jî, mixabin ji ber hem bi alfebeya Kurdî hem jî ji ber rewşa sîyasî ya edebiyata Kurdî ya modern di warê weşangeriyê de biser neketiye."

Her wiha kesên beşdarî bernameyê bûn li ser Firat Cewherî dîtin û ramanên xwe bo anîn ziman.  Zehra Çalmaya, di vê derbarê de wiha axifî: "Fırat Cewerî ji bo Kurdan, ji bo gelê me yê Kurdan, bi rastî nivîskarekî gelek mezin e. Pirtûkên wî nûjen in, em jê gelekî hez dikin û ji nêzik ve dişopînin. Ji xwe çend nîviskarên me hene, yek ji wan jî Firat Cewerî ye."

Diyadin Fırat jî nerînên xwe wiha anîn ziman: "Xizmeteke gelekî baş e û şexsiyetek wiha di Kurdistan û nav Kurdan de derketina wî, gelekî baş e. Em pê aram dibin, kefxweş dibin. Em ji Fırat Cewherî re serkeftinê dixwazin û hêvî dikin xebatên wî xurttir û baştir bibin."

Firat Cewerî ji hezkiriyên xwe re mizgîniyek da û derbarê pirtûka xwe ya niha dinivîsine de axivî. Cewerî diyar kir ku di demeke kurt de we pirtûka wî ya nû bê çapkirin. Herçiqas hezkiriyên Cewerî jê xwestin ku ew derbarê pirtûkê de agahiyan bide jî wî li ser pirtûka xwe ya nû nexwest ti agahiyan bide.