"Heta Tirkiye rastiya Kurdistanê qebûl neke pirs çareser nabe"

Di 5 mehên dawî de sivîl, leşker û xwepêşandar jî di nav de 910 kesan canê xwe ji dest dane. Aliyên şer jî hevdu suçdar dikin lê xelk mexdûr dibe.

K24 - Diyarbekir

Kêm zêde ev du meh in ku li navçeyên Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Silopîyê di navbera xwepêşanderên nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û çekdarên ewlekariya Tirkiyê de şerê çekdarî berdewam e. Di 5 mehên dawî de sivîl, leşker û xwepêşandar jî di nav de  910 kesan canê xwe ji dest dane. Aliyên şer hevdu suçdar dikin lê xelk mexdûr dibe. Siyasetmedar û akademisyen ji bo ku alozî rawestin banqî herdu aliyên dikin û dixwazin kêşe bi rêyên axaftinê bên çareserkirin

Li navçeya Sûra Diyarbekirê polîs û leşkerên Tirkiyeyê bi çek û otomobîlên zirxpoş di nava sûkê de ne û rûyê wan girtî di amadebaşiyê de ne. Hê jî li taxên piştê şer didome. Ji bo rawestandina şer nûnerên AK Partî, CHP û HDPê hem li Enqereyê û hem jî li Diyarbekirê hevdîtinan dikin.

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek dibêje, êdî wext ne yê wê yekê ye ku ew behsa xendek û êrişên dewletê bikin: “Wextê hindê ye ku em çawa dikarin vî agirî vemirînin. Wextê hindê ye ku em çawa dikarin vê kuştin, şer û malwêrankirinê rawestînin û dîsan aramiyê bînin nav civakê.”

Di pevçûnan de bi sedan xanî bi guleyan bûne serad, û ji ber teqînan hilweşiyane. Ji ber ku demsal zivistan bû xwediyên wan avahiyan şepirze bûn, yan ketin xaniyên kirê yan jî li ba nas û dostên xwe bicîh bûn. Ramazan Pertev mamosteyê Zanîngeha Atrukluyê ye.

Pertev dibêje, rêya çareseriyê zelal e û ew jî ew e ku divê hikûmet realiteya Kurd û Kurdistanê qebîl bike û bizanibe ku Kurd miletek e û welatê wan jî Kurdistan e: “Mixabin heta niha jî di danûstandinên ku hatine kirin de jî ev realite, ev rastî li ber çavan nehatiye girtin. Ji ber ku li ber çavan nayê dîtin û tenê di çarçoveya mafên demokratik û kulturî de tê dîtin bi baweriya min ev pirsgirêk çaraser nabe.”

Beriya pevçûnan pêvajoya çareseriyê birêve diçû û 2 sal û nîvan berdewam kir. Şerê çekdarî rawestiya bû. Xelk, li mal û bazarê di nava aramiyê de dijiyan. Hema bêje kuştin, girtin, koçkirin çênedibû. Aborî pêşve diçû. Xelkê Bakur bêriya wan rojan dikin û dixwazin vegerin jiyana xwe ya normal.