Mogherini, ji şerê li Bakurê Kurdistanê nîgeran e

Berpirsa Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini, ji bo şer û pevçûnên dawî yên li Bakurê Kurdistanê fikarên xwe anîn ziman.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsa Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini, ji bo şer û pevçûnên dawî yên li Bakurê Kurdistanê fikarên xwe anîn ziman û got: “Êrîşên PKKê û yên rêxistinên din nayên qebûl kirin lê em bang li hikûmeta Tirkiyê dikin ku agirbestê rabighîne û vegere ser maseya gotûbêjan.”

Berpirsa Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini ji bo endamtiya Tirkiyê jî wiha axifî: “Em di mijara endamtiya Tirkiyê de girîngiyê didin mijarên wek serdestiya hiqûqê, mafên mirovan, azadiya axaftin û kombûnê û azadbûna darazê.”

Berpirsê Danûstandinên Endamtî û Polîtîkayên Cîrantiyê yê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Johannes Hahn jî da zanîn ku di çareserkirina pirsa Kurdî de çi alîkariyek pêwist be ew amade ne.