Bakurê Kurdistanê di bin berfê de ye

Li Bajarên Bakurê Kurdistanê barîna berfê bandorê li jiyana rojane dike. Li Colemerg û Bedlîsê rêyên 361 gund û 277 bajarokan hat girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bajarên Bakurê Kurdistanê barîna berfê bandorê li jiyana rojane dike. Li Colemerg û Bedlîsê rêyên 361 gund û 277 bajarokan hat girtin.

Li Bedlîsê ev 3 roj in berf bê navber dibare. Li bajêr stûriya berfê gehişt 2 metreyan û otomobîl û xanî di bin berfê de man. Herwiha rêyên 256 gundan jî ji hatûçûnê re hatin girtin.

Li Colemergê jî berfê jiyana rojane rawestand. Li bajêr stûriya berfê ji metreyekê zêdetir bû û rêyên 105 gund û 277 bajarokan hatin girtin. Li her du bajaran jî tîmên paqişkirina berfê ên rêveberiya bajêr li ser kar in û bo vekirina rêyan bênavber dixebitin.

Herwiha berpirsên meterolojiyê dan xuyakirin ku di nav 2 rojan de wê barîna berfê bi dawî bibe û hewa ji 2 pileyan heta 4 pileyan germ bibe. Lê belê li hinek deveran bandora mijê wê hebe.