Li Stenbolê 181 geştên balafirê hatin betalkirin

Li Stenbolê ji ber şert û mercên hewayê yên dijwar 181 geştên balafirê hatin betalkirin.

K24 – Stenbol

Li Stenbolê ji ber şert û mercên hewayê yên dijwar 181 geştên balafirê hatin betalkirin.

Li Stenbolê barîna berfê, ji serê sibê pê ve dest pê kir û li hinek deverên bajêr stûriya berfê gehiştiye 25 santîmetreyan.

Ji ber barîna berfa zêde kompanyayên balafirê 181 geştên xwe yên navwelêt û derve ku îro dê pêk bihata betalkirin. Geştên deryayê yên navbajêr û derveyî bajêr jî ji ber ba û bagerê wê îro pêk neyên.

Ji ber şertên hewayê yên xirab li gelek navçeyên Stenbolê bûyerên trafîkê çêbûn. Li gor rêvebirên meteorolojiyê, barîna berfê dê heta îşev berdewam e.