Gef li jiyana Kurdên Bexdayê tên xwarin

Çend roj in, bi rêya name û pêwendiyên telefûnî êrîş li Kurdên niştecihên Bexdayê tên kirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan 

Çend roj in, bi rêya name û pêwendiyên telefûnî êrîş li Kurdên niştecihên Bexdayê tên kirin.

Li gor zanyariyên ku ji Kurdên Bexdayê tên, gef ji aliyê kesên nenas ve li wan tên xwarin, çi bi riya nameyên telefûnî yan bi pêwendiyên telefûnî bin. Naveroka wan name û telefonan jî ew e ku divê bilez Kurd ji Bexdayê derkevin.

Li gor zanyariyên peymnêrê K24ê li Bexdayê, hejmarek ji welatiyên Kurd li navçeyên Kîfah, Cemîle û bajarokê Sedir pêwendî bi nivîsgeha K24ê kirin û diyar kirine ku “Çendîn car e êrîş li wan hatiye kirin ku, heger ew wan deveran bicih nehêlin, dê encamên xirab bibînin.”

Wan welatiyên Kurd jî ji ber gefa li ser wan, nikarîn rasterast ji kameraya K24 re biaxifin, lê bi rêya telefonê metirsiya li ser jiyana xwe anîn ziman.