Tirkiye hewl dide ku PYD tevlî civîna Cenêv nebe
K24 - Enqere
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu ligel Wezîrên Derve yên Amerîka û Brîtanyayê bi rêya telefonê pêwendî danî û bi wan re derbarê aliyên tevlî civîna gotûbêjkirinên aştiya Sûriyê bibin nirxandin kir.
29ê Rêbendanê li Cenêva Swîsreyê, bii çavdêriya Neteweyên Yekbûyî, bo pêkanîna aştiya Sûriyê, di navbera rejîm û opozisyonê de civînek dê birêve biçe. Ev demeke dirêj e aliyên ku tevlî vê civînê bibin dibe cihê niqaşan.
Hat ragihandin ku Çavuşoglu bi hevkarên xwe John Kerry û Philip Hammond re li ser vê mijarê û pêşveçûnên dawî yên li Sûriyê nirxandin kirine.
Tirkiye li dijî wê yekê ye ku PYD tevlî civîna gotûbêjkirinan bibe û bo vê yekê dîplomasiyeke xurt dimeşînê. Herwiha Mevlût Çavuşoglu roja yekşemê (24ê Çile) careke din bi rêya telofênê ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Kerry û Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius hevdîtin pêk anîbû û daxwaza xwe bo wan ragihandibû.
Lê îro, Hevserokê PYDê, Salih Mislim tekez kir ku, ew dê di kongreya Cenêv-3 de beşdar bin û ew niha li hêviya vexwendinê ne.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov jî ragihand ku, tu çareserî ji krîza Sûriyê re, bêyî beşdariya Kurdan, peyda nabe.