Serkirdeyên biyanî yên DAIŞê ji Mûsilê direvin

Li gor zanyariyên welatiyên wê deverê kesê ku hawla revandinê ji wî bajarî dike, ji aliyê DAIŞê tê kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî kêmkirina DAIŞê ji meaşên çekdarên xwe, serkirdeyên biyanî di nav wê rêxstinê de, ber bi bajarê Reqayê ve direvin.

Derbarê revandina serkirdeyên DAIŞê çalakvanên sivîl li bajarê Musilê, tekez kirin ku serkirdeyên DAIŞê yên biyanî li gel malbatên xwe piştî kêm kirina meaşên wan û nêzîkbûna proseya rizgarkirina Mûsilê, berê xwe didin Reqayê.

Berî niha Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê di operasyonên xwe de li ser bajarê Mûsilê her du bankên pereyan a El-Reşî û El-Rafîdên kirbûne armac, di encam de jî her du bank têkçûbûn.

Li gor zanyariyên welatiyên wê deverê kesê ku hawla revandinê ji wî bajarî dike, ji aliyê DAIŞê tê kuştin.