Heşt bira yên Pêşmerge di yek çeperê de ne
K24 – Rojavayê Dicle
Di çeperên şerê li dijî DAIŞê li mihwerê Rojavayê Dicleyê, 8 bira û tev biraziyekî wan di yek çeperê hêza Pêşmerge de ne.
Birayê mezin Adil Tahir ligel bira û biraziyê xwe, wek xwebexş li mihwerê Rojavayê Dicleyê di nava hêza Pêşmerge de, bergîriyê li xaka Kurdistanê li dijî çekdarên DAIŞê, dikin.
Dayika wan 8 birayên Pêşmerge, Almas Mihemed kêfxweş e ku, kurên wê hemû rêbaza bavê xwe hilbijartine û bergîriyê li xaka Kurdistanê dikin.