Iraq: Ti hêzekî biyanî beşdarî rizgarkirina Mûsilê nabe

Berdevkê hikûmeta Iraqê radigehîne ku, hîç hêzekî biyanî beşdarî operesyona rizgarkirina bajarê Mûsilê nake.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê hikûmeta Iraqê radigehîne ku, hîç hêzekî biyanî beşdarî operesyona rizgarkirina bajarê Mûsilê nake.

Berdevkê fermî yê hikûmeta Iraqê Sadî Hedîsî, îro ragehand ku, tenê hêzên Iraqî dê di şerê rizgarkirina bajarê Mûsil de beşdar bin, hêzekî biyanî beşdarî operesyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ji DAIŞê nake.

Hedîsî amaje bi wê yekê kir jî ku, Hevpeymaniya Navdewletî di warê hevkariya esmanî tenê di operesyona rizgarkirina Mûsilê beşdar be. Herwiha rola hevpeymaniyê jî girîng e.

Di meha borî de, Artêşa Iraqê serkeftineke balkêş bi rizgarkirina bajarê Rumadî bidest xist, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ubadî jî ragehand ku, DAIŞê dê di sala 2016an de têk biçe.

berî çend rojan, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, ragihandibû ku, tevî serkeftinên dawiyê yên Artêşa Iraqê, lê ew bi gûman e ku Artêşa Iraqê karibe di sala 2016an de bajarê Mûsilê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bike.

Talebanî eşkere kir, ku ew amade ne bi erka xwe beramber rizgarkirina Mûsilê rabin, lê nayê bêşbînîkirin ku Pêşmerge hêmanekî sereke be, di operesyona vegerandina Mûsilê de.