Elmnîya penber ên tawanbar vedigerîne.

Elmanîya rêkar ên nû didane li hember wan penaber ên tawanan encam didin. Ji niha û paşve hemû ew penaber ên tawanan encam didin û dihên sizadan; dê bihên vegerandin bo welatên wan.
kurdistan24.net

K24- Berlîn:

Elmanîya rêkar ên nû didane li hember  wan penaber ên tawanan encam didin.

Ji niha û paşve hemû ew penaber ên tawanan encam didin û dihên sizadan; dê bihên vegerandin  bo welatên wan.

Wezîr ê Dad a Elmanîya dibêje: Ev biryar li berjewendî ya penaberan û hevwelatî yên Elmanîya ye.

Civet a Wezîr ên Elmanîya biryar da ku her penaberek di wî welatî de siza ya zindanîkirinê li ser bihê dan; ew penaber divê vegere welatê xwe.

Hayko Mas wezîr ê Dad a Elmanîyayê,  ev rêkar a nû bi fer û pêdivî zanî ji bo berjewendî ya penaber û hevwelatî yên Elmanîya.