Tirkiye: 500 hezar karkerên kaxezan betal dimînin

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Tirkiyê, hişyarî da kompanyayên kaxezan ku eger kaxezên xwe ji karkerên li derve kaxezan kom dikin bistînin dê 140 hezar lîreya Tirk ciza bixwin.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Tirkiyê, hişyarî da kompanyayên kaxezan ku eger kaxezên xwe ji karkerên li derve kaxezan kom dikin bistînin dê 140 hezar lîreya Tirk ciza bixwin. Ev serrastkirina nû ku bikeve ware cîbicîhkirinê dê 500 hezar kes betal bimînin. Kesên ku vî karî dikin ji vê yekê nîgeran in.

Serrastkirina nû ya wezareta bajarvaniyê ya Tirkiyê ku bi amanca rê li ber girtina karkerên netomarkirî hatiye amadekirin ji niha ve tê nîqaşkirin. Ligel malbatên karker ku kaxezê kom dikin nêzîka 3 milyon kes bi xêra vî karî nan dixwin.

Wezaretê agahdarnameya xwe ji kompanyayên taşeron re şand. Li gor vê, kompanyayan ji karkerên ku li derva kaxezan kom dikin eger kaxezan werbigirin dê 140 hezar lîreya tirk ceza bixwin.

Serokê komeleya şûşeyên veguherandinê yê berê Alî Mendîllîoglu dibêje, di salên 1990î de ji Kurdistanê û niha hinek welatên ku lê şer berdewam e kesên neçar tên vî karî dikin: "Eger rê li ber karkerên kaxezan bê girtin beramberî vê yekê hinek kar û barên nerewa wek tiryakfiroşî dibe ku zêdetir bibe. Eger tu kar nebe, ji bo berdewamiya jiyanê çi kar hebe dê bê kirin."

Abdulhamît Balcioglu bavê 14 zarokan e û 12 saetan li kûçe û kolanan kaxezan kom dike. Balcioglu dixwaze pêşiya karê wan neyê girtin: "Divê şaredarî, destê xwe nexe nav karê me. Em dixwazin bi awayekî azad bixebitin. Kompanyayên taşeron ketine hinek herêman. Em ji ber wan nikarin bikevin wir û kaxezan kom bikin."

Weysî Yelmenê ku ligel bira û bavê xwe karê komkirina kaxezan dike wiha dibêje; "Çav berdane pariyek nanê me. Naxwazin em bi helalî nanê xwe bixwin. Divabû piştgiriya me bikin, niha ez di nav xwêdanê de mame. Ez çima kar dikim. Bes bo sûdeke helaliyê. Ma ez herim diziyê bikim?"

Li Stenbolê, zêdeyî 40 kompanyayên ku kaxezan kom dike hene. Ji ber gelek sedeman, ji welatên Hîndîstan, Pakîstan, Sûriyê û Bangledeşê bi sedan kes li Stenbolê, debara mala xwe bi vî karî dikin.