"Mana Barzanî heta sala 2017an baştirîn bijarde ye"

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd, derbarê pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê de got: "Mana Barzanî wek serok heta 2017an baştirîn bijarde ye."
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd, derbarê pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê de got: "Mana Barzanî wek serok heta 2017an baştirîn bijarde ye."

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd, beşdarî bernameya Basî Roj a Kurdistan24ê bû û ragihand ku di hîç warekî de peywendiya Herêma Kurdistanê bi Bexdayê ve nema ye.

Derbarê wan hersê bijardeyên ku berî niha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo çareserkirina pirsa serokatiya herêmê de pêşkêşî aliyên siyasî kiribû, Mihemed Hacî Mehmûd got: "Mana Barzanî wek serok heta sala 2017an baştirîn bijarde û çareserî ye."

Li ser civîna Barzanî ya ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê wiha axifî: "Hemû alî beşdarî civînê bibûna baştir bû, ji ber hîç pirsgirêkek ji dûr ve nayê çareser kirin."

Mihemed Hacî Mehmûd rexne li karê û bare hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê jî girt û axaftina xwe wiha qedand: "Tişta ku hikûmet û parlamentoyê di demên borî de kiriye ne serkeftî bû, loma dive di pêş de neyê dubare kirin."