Pêşmerge daxwazin gelê Kurdistanê xweragir be

Hejmarek Pêşmergeyên Kurdistanê li eniyên şer daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin daku çareseriyekê ji krîza aborî re bibîne û ji xelkê Kurdistanê jî xwestin ku xweragir bin.
kurdistan24.net

K24 – Dihok

Hejmarek Pêşmergeyên Kurdistanê li eniyên şer daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin daku çareseriyekê ji krîza aborî re bibîne û ji xelkê Kurdistanê jî xwestin ku xweragir bin.

Efserekî Pêşmerge li eniya şer ji Kurdistan24ê re got: "Divê xelkê Kurdistanê xweragir be. Gelê Kurd rewşên dijwartir derbas kirine, vê rewşê jî derbas dike, loma niha ku rewşa navçeyê nebaş e, divê em guh nedin propagandeyên dijmin û nekevin bin bandora propagandeyan, dive em xweragir bin."

Pêşmergeyekî din jî ku niha li eniyên şer rûbirûyê DAIŞê dibe, ji Kurdistan24ê re wiha axifî: "Rast e rewş xirab e û dive hikûmet çareseriyekê ji krîza aborî re bibîne. Di heman demê de Pêşmerge xweragir in û erkê me ji wê yekê mezintir e ku meaş bidin me yan na."