Komela Islamî: Daxwazên me yên taybet hene
K24- Hewlêr
Serkirdeyekî Komela Islamî ya Kurdistanê diyar dike ku, ji bo krîzên li Herêma Kurdistanê “daxwazên wan ên taybet hene.”
Beriya çend rojan, civînek di navbera Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê de birêve çûbû.
Komela Islamî û Tevgera Goranê jî beşdarî wê civînê nebibûn.
Endamê serkirdayetiya Komela Islamî, Şiwan Raber ji K24 re anî ziman ku, ew li ser boykot kirina wê civînê “nepoşmanin.”
Şiwan Raber diyar kir jî ku, derbarê çareserkirina krîzên li Herêma Kurdistanê de, daxwazên wan ên taybet hene.