Îran: Dewleta Kurdî dê Îsraîl a duyem be

Beriya niha Wezîrê Dadê ya Îsraîlî gotibû ku, dema serxwebûna Kurdistanê hatiye.

K24- Navenda Nûçeyan

Berpirsekî payebilin ê Îranê, avakirina dewleta Kurdî li Iraqê wek “Îsraîl a duyem” binav kir.

Beriya niha, Wezîra Dadê ya Îsraîlê, Ayelet Shaked ragihandibû ku dema wê hatiye Kurd wek mezintirîn gelê bê dewlet, serxwebûna xwe rabighînin û bibin xwedan dewlet. 

Şêwirmendê rêberê Îranê Elî Xemaney û Wezîrê Derve yê berê, Elî Ekber Welayetî bersiva Wezîra îsraîlî da.

Welayetî ji di hevpeyvînekê de ligel rojnameya "Aydinlik" a Tirkiyî, bersiva Şaked da û got: ’Îsraîl tu carî nagihêje vê armanca xwe.”

Welayetî, ku 16 salan Wezîrê Derve yê Îranê jî bû, damezirandina Dewleta Kurdî li Iraqê wekî ‘Îsraîl a Duyem' bi nav kir û wiha pêde çû: “Em li dijî parçekirina Iraq û Tirkiyeyê ne.”