Komisyon bo referandûma serxwebûnê li benda biryara dawî ye
K24- Hewlêr
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Referandûmê li Herêma Kurdistanê diyar dike ku, ew amade ne di heyama 6 mehan de referandûma serxwebûnê saz bikin.
Di civîna dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ligel aliyên siyasî de, komîteyek hat avakirin ji bo ku projeyekê derbarê encamdana referandûma serxwebûnê de amade bike.
Derbarê dema pêwîst bo encamdana referandûmê de, berpirsekî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Referandûmê li Herêma Kurdistanê ji K24 re diyar kir ku, piştî aliyên siyasî biryar bidin û budceya pêwîst jî were peyda kirin, ew amade ne referandûma serxwebûnê di heyama 6 mehan de rêbixin.
Ji aliyê din ve, hin rayedarên Kurd ên Başûrê Kurdistanê pêşbînî dikin ku, beriya hilbijartinên serokatiyê li Amerîkayê, dê referandûma serxwebûna Kurdistanê were lidarxistin.