Yekgirtûya Islamî dixwaze paşgira "Islamî" rake

biryar e Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê kongreya xwe ya heftemîn birêve bibe, dibe ku di vê kongreyê de guhertinên bingehîn çêbibin.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr 

biryar e Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê kongreya xwe ya heftemîn birêve bibe, dibe ku di vê kongreyê de guhertinên bingehîn çêbibin.

Berpirsê Pêwendiyên Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê li navçeya Badînanê, Remezan Erîsî ji K24 re diyar kir ku, heta niha gelek pêşniyar û proje ji aliyê kadro û saziyên ser bi wî baskê Islamî ve hatine amadekirin.

Yek ji pêşniyar û projeyan jî ewe e ku “Yekgirtû wek partiyeke islamî nemîne û xwe ji karê ol û bangxwaziyê dûr bike û tenê mijûlê karê siyasetê be.”

Erîsî diyar kir jî ku “Me komîteke pispor danaye bo vî karî berhev bike, ji ber ku gelek guhartin tên kirin. nêrîn hene ku Yekgirtû bimîne wek partiyeke bangxwaz û perwerdekar ku dûrî siyasetê be û partiyeke din ya siyasî were çêkirin. Nêrîneke din heye ku Yekgirtû bi navê xwe bimîne.”