Rakirina ambargoya ser Îranê bo Tirkiyê tê çi wateyê?

Li Îranê rakirina ambargoyê ji bo Tirkiyê di hinek beşan de wekî fersendekê xuya ye. Lê di hinek beşan de jî wekî metirsiyekê tê nirxandin.

K24 - Enqere

Piştî lihevkirina peymana xebatên nûklerî, ambargoyên li ser Îranê tên rakirin. Bi biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, ligel 5 welatên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî (ku piştre Elmanya jî tevlî bû) di çarçoveya bernameya rakirina xebatên nuklerî de gavên bo rakirina ambargoyê hatin avêtin. Gelo ev yek ji bo Tirkiyê tê çi wateyê?

Li Îranê rakirina ambargoyê ji bo Tirkiyê di hinek beşan de wekî fersendekê xuya ye. Lê di hinek beşan de jî wekî metirsiyekê tê nirxandin. Ji aliyê firotina enerjiyê ve Îran di qada cihanê de xwediyê cihekî gelekî girîng e. Bi vê hêza xwe ya enerjiyê Îran dikare berhemanîna çementoyê jî pêk bîne.

Di vê derbarê de Pisporê Rojihilata Navîn Doç. Dr. Mehmet Şahîn ji Kurdistan24ê re got: "Helwêsta Îranê jî gelek girîng e. Eger Îran bikaribe bi erênî tevbigere, bûyerên Rojhilata Navîn jî mimkûne ku bisekinin. Wê demê, di navbera Tirkiyê û Îranê de jî tekîliyên bazarganiyê geştir dibin."

Li gorî IMFyê asta mezinbûnê ya di salên 2016-2017an de ya Îranê ji sedî 5 ya Tirkiye jî ji sedî 2 ye. Ew agahiya ku ji aliyê IMFyê ve hatiye ragihandin zêdetirîn mezinbûna Îranê jî ji aliyê Tirkiyê ve wek metirsiyekê tê dîtin. Ji aliyê din ve jî sitandina neftê ya bi erzanî ji bo sektora dravgehan wekî fersendeke gelekî mezin tê şîrove kirin. Herwiha tûrîstên ku ji ber ketina firokeya Rûsyayê kêm bûbûn jî valahiya di vî warî de, Tirkiye dikare bi wergirtina tûrîstên Îranî, wekî fersendekê bi kar bîne.

Li ser heman mijarê Serokê SDE û Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Bîrol Akgûn ji Kurdistan24ê re nerîna xwe wiha anî ziman: "Tirkiye, ji bo Îranê rêya Ewropayê ye. Îran jî ji bo Tirkiyê rêya Asya Navîn e. Ji bo her dû welatan fersendeke mezin e. Herwiha Îran ji bo warê bazarganiyê welatekî gelekî baş e."

Li gor pisporan, Îran dikare ji bo Tirkiyê bibe hevkarekî baş. Herwiha tê hêvî kirin ku danûstandinên bazirganî yên di navbera Tirkiye û Îranê de sala 2016an derkeve derdora 30 milyar dolarî. Sedema xurtbûna hevkariya aborî jî ew e ku, Tirkiyê di serdemên ku ambargoya hemû welatan li ser Îranê bû têkiliyên xwe ligel qutnekiribûn.