"Nabe dewlet dest deyne ser otomobîlên şaredariyan"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoğan ji bo şaredariyên DBPê hişyarî da qeymeqamên li Bakurê Kurdistanê û got: “Eger pêwist bike qeymeqam divê dest deynin ser otomobîlên kar ên şaredariyan.”

K24 - Diyarbekir

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoğan ji bo şaredariyên DBPê hişyarî da qeymeqamên li Bakurê Kurdistanê û got: “Eger pêwist bike qeymeqam divê dest deynin ser otomobîlên kar ên şaredariyan.” Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek nerazîbûna xwe nîşan da û got: “Ger ku ew bi awayekî nedemokratîk tevbigere em ê bi gele xwe re bi her awayî li ber xwe bidin.”

Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayîp Erdoğan di 27ê Çileyê de, bi Qeymekamên 300 nevçeyan re civîyabû. Di civînê de bal kişandibû ser şer û pevçûnên ku bi mehane li Bakurê Kurdistanê didome û hişyarî dabû  qeymeqaman û gotibû: “Rêxistinên terorî dixwazin li heremê, ciyên xwe çê bikin. Gelek şaredarî ketine bin xizmeta terorê. Divê wexta hewce bike qeymeqam, dest deynin ser alav û amûrên karên xizmetguzariyê yên şaredariyan. Divê karmendên dewletê yên ku alîkariya terorê dikin bên destnîşan kirin û bên darizandin.”

Hevserokê DBP Kamuran Yuksek jî derbarê gotinên Erdogan de nerazîbûna xwe nîşan da û wiha axifî: “Li welatekî ku bi demokrasiye rêvebirî bên diyar kirin, ger hêzên din ên derveyî hilbijartinan hewl û daxwaza destwerdanan bikin, navê wî tiştî darbe ye. Serokwezîr çawa bi rêya hilbijartinan ji bo rêvebirina Tirkiyeyê hatiye bijartin, şaredar jî wek wî bi hilbijartinên demokratik hatin bijartin.”

Berdevka Partiya Komarî ya Gel (CHP) Selîn Boke jî gotinên Serokkomar Erdogan ên li ser şaredariyan rexne kirin û got: Tirkiye dewleteke hiquqî ye. Erdogan bi wan gotinên xwe qeymeqaman derdixe derveyî hiquqê. Wî sond xwaribû ku ew ê hertim dewleta hiquqê biparêze. Lê ew ji qeymeqaman re dibêje guh nedin hiquqê.”

Hevserokên Şaredariyên li Bakûrê Kurdistanê dê di demeke kurt de, civînekî pêkbînin û di wê civînê de jî şer û aloziyên li Bakûr û plansaziya xwe ya salane gengeşî bikin. Piştî civînê jî biryarên xwe ji bo raya giştî aşkere bikin.