"Serkirdayetiya Kurd dikare referandûmê gotûbêj bike"

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî got: "Referandûm ew e ka gelê Kurdistanê çi dixwaze. Tişta li ber destê serkirdayetiya Kurd jî danûstandina li ser vê mijarê ye."
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Derbarê referandûmê de Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî got: "Referandûm ew e ka gelê Kurdistanê çi dixwaze. Tişta li ber destê serkirdayetiya Kurd jî danûstandina li ser vê mijarê ye."

Li ser vê mijarê Endan Muftî ji Kurdistan24ê re nerînên xwe wiha anîn ziman: "Serkirdayetiya Kurd, hikûmet û parlamentoya Kurdistanê dikarin bi referandûmê daxwaz û îradeya xelkê Kurdistanê bixin ser maseya gotûbêjê ligel Iraq û welatên cîhanê û ji wan re bibêjin; Evna daxwaza gelê Kurdistanê ye û wê demê Kurd biryara pêwist didin."