Malbatek ji Girê Spî serpêhatiyên xwe dibêjin

Malbetek ji Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê çêroka derketina ji bajarokê xwe û serjêkirina kesekî ji wê malbatê ji aliyê DAIŞê ve,dibêjin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Malbetek ji Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê çêroka derketina ji bajarokê xwe û serjêkirina kesekî ji wê malbatê ji aliyê DAIŞê ve,dibêjin.

Malbata Şîrîn ku di meha Remezanê de, li benda banga mela bûn, ku fitara xwe vekin, lê dengê çekdarên Ehrar el-Şam ji mizgeftê hat gotin, ku ji Kurdan xwastin ku xwarina bixwin û bilez Girê Spî derkevin yan jî ewên bêne kuştin.

Şîrînê ji K24ê re derbarê tiştê bi serê wan de hatiye got: “Şekdarên Ehrar el-Şam destpêkê gotin ku ji were tenê nîv demjimêr heye ku ji Girl Spî derkevin, lê piştre gotin ku tenê 10 kêlîk ji were derfet heye. Piştre jî çekdarên Ehrar el-Şam mêr girtin û ji jin û zarok re gotin ji Girê Spî derkevin.”

Piştî derbasbûna şeş mehan ji tirs û gefa serjêkirinê, çekdarên DAIŞê derbasî Girê Spî bûn û bi vekişandina çekdarên Ehrar el-Şam, deriyê zîndanê hat vekirin û zîndanî hatin azadkirin.

Piştî vekişîna Ehrar el-Şam, zavê Şîrînê ji aliyê DAIŞê ve hat girtin, piştre kurê wî yê xwendekarê zanîngehê bû, li dû şopa bavê xwe çû ji ber zanibe çarenivîsa bavê wê çi ye, lê DAIŞê ew xort girtin û serjê kirin.