Fîlmê Rê yê Yilmaz Guney bû yekemîn

Di encama rapirsiya îsal de ji nav 287 fîlman, 40 fîlmên serkeftî hatin hilbijartin. Fîlmê Yilmaz Gûney ê bi navê Rê bû fîlmê yekemîn.

Fîlmê rê yê Yilmaz Guney di rapirsiya Kovara Notosê de bû yekemîn.

Kovara Wêjeyê Notosê bi helkefta dehemîn salvegera weşana xwe ligel 383 kesên pispor ên sînema û edebiyatê ne derbarê sînemaya Tirkî de rapirsiyek kir.

Di encama rapirsiya îsal de ji nav 287 fîlman, 40 fîlmên serkeftî hatin hilbijartin. Fîlmê Yilmaz Gûney ê bi navê Rê bû fîlmê yekemîn, fîlma Hêvî jî dê rêza sêyemin de cihê xwe girt. Her du berhemên Yilmaz Guney ligel 40 fîlman bûn fîlmên herî baş ên sedsalê.

Fîlmê Rê dema Yilmaz Guney di girtîgehê de bû ji aliyê Şerîf Goren ve hatibû kişandin. Di sala 1982an de li Festîvala Fîlman a Cannesê xelata Palmiyeya Zêr wergirtibû.