ESD dûrxistina Kurd ji Cenêv3 şermezar dike

Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) û Rêveberiya Xweser radigehînin, ew ji civîna Cenêv3 hatine dûrxistin. Herwiha li gor wan jî, Cenêv3 dê bê encam be.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) û Rêveberiya Xweser radigehînin, ew ji civîna Cenêv3 hatine dûrxistin. Herwiha li gor wan jî, Cenêv3 dê bê encam be.

ESD û Rêveberiya Xweser yên li Rojavayê Kurdistanê, îro di konfiranseke rojnamevanî de daxuyaniyek xwendin û gotin: “Em wê nêrîna ku dixwaze gelê Kurd ji kongreya Cenêv3 dûr bixin şermezar dikin. Heger Cenêv3 birê ve biçe divê nûnerên gelê Kurd yên rasteqînê û hemû pêkhateyên gelê Sûriyê lê beşdar bibin.”

Herwiha di konfiransê de hat diyarkirin, ku hêzên ESD û Rêveberiya Xweser li Qamişlo civiyabûn. Herwiha li gor wan ew e ku, wan karîbûn hêzên tendrew û terrorist bipaş bixin û karîn projeyeke demokratî û serkeftî li dijî rêjîma dictator danin.”

Encûmena Sûriyeya Demokrat ku ji 20 partiyan pêk tê, di 8 û 9 Kanûna 2014an de li bajarokê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin. Herwiha bo hêzên ESD dibêjin ku tevî ew ji sedî 16 ji xaka Sûriyê kontrol dikin, lê ji bo  kongreya opozîsyona Sûriyê ya Riyadê nehat vexwandin.