“Bo serxwebûnê pêwîst e Kurd pişta xwe bi xwe bibeste”

Rojnamevanekî Fransî derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê dibêje “Girîngtirîn fakter bo serxwebûnê, pêkvajiyana aştiyane û yekgirtina Kurd e.”
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Rojnamevanekî Fransî derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê dibêje “Girîngtirîn fakter bo serxwebûnê, pêkvajiyana aştiyane û yekgirtina Kurd e.”

Rojnamevan û nivîskarê Fransî Alan Gresh derbarê Rojhilata Navîn û peymana Sykes – Picot de, li navenda Fransî li Hewlêrê simînarek birêve bir.

Gresh ji K24ê re got: “Serbixwebûna Kurdistanê tenê piştbestin bi welatên biyanî nabe, wek nimûne siyaseta Rûsya û Amerîka li ser bingeha berjewendiyên xwe diramin, ji ber wê jî serbixwebûna Kurdistanê destpêkê pêwîstî bi yekrêzî navxwe ya Kurd heye.”  

Sebaret be pirsî kerkûkîş ew rojnamenûse gutî: "dîmugrafyay kerkûk gorrawe, debêt rûn bikrête bo dyarîkirdnî çarenûsî kerkûk pêwîste pişt be mêjû bbestirêt yan rêgeyekî dîke".