Almanya hejmarek leşkerên din dişîne Kurdistanê

Di dema niha de 100 leşkerên Almanî li Herêma Kurdistanê ne.

K24- Navenda Nûçeyan

Parlamentoya Almanyayê biryar da ku, hejmarek leşkerên din bişîne Herêma Kurdistanê.

Almanya yek ji welatên ku herî zêde alîkariya Herêma Kurdistanê kirine, ji dema êrîşa DAIŞê ve.

Li gor agahiyan, Parlamentoya Almanyayê biryar daye ku, 50 leşkerên din bişîne Herêma Kurdistanê.

Niha 100 leşkerên Almanî li Herêma Kurdistanê ne û Hêzên Pêşmerge perwerde dikin.

Ji koma çekên ku Almanyayê ji Hêzên Pêşmerge re şandine, çekê Mîlan bû, ku roleke gelekî bi bandor di jinavbirina otomobîlên DAIŞê yên bombekirî de, lîstiye.