Alîgirên Amedsporê bo pêşbirka Bursasporê nayên wergirtin

Lijneya Ewlekariya Sporê ya Parêzgeha Bursayê biryar da ku alîgirên Amed Sporê bo pêşbirka di navbera Amedspor û Bursasporê de pêk were neyên wergirtin.

K24 - Bursa

Di Tura 16 tîmên dawîn a Kupaya Tirkiye Ziraatê de ji aliyê Lijneya Ewlekariya Sporê ya Parêzgeha Bursayê ve biryar hate sitandin ku, alîgirên Amed Sporê bo pêşbirka ku wê di navbera Amedspor û Bursasporê de ku wê di 31ê Çileyê de pêk were neyên wergirtin.

Lijneya Ewlekariya Sporê ya Parêzgeha Bursayê û Bursasporê, ji Federasyona Futbolê ya Tirkiyê xwest ku pêşbirka roja Duşemê di nava rojê de bê saz kirin. Hat ragihandin ku ev biryar wê ji aliyê Federasyona Futbolê ya Tirkiyê ve bê dayîn.

Amedspor di koma Sor ya Lîga 2emîn ya Spor Toto yê de cih digire.

Paşeroja vê bûyerê;

Di sala 2009an de di pêşbirka di navbera Bursaspor-Amedsporê de alîgirê Bursasporê bi dirûşmeya “PKK derkeve derve” aligirên Amedsporê aciz kiribûn. Herwiha aligirên Bursasporê bi kevir û kêran êriş biribûn ser aligirên Amedsporê. Bi dehan kes jî ji ber van bûyeran birîndar bûbûn. Li ser vê yekê Serokê Kulûba Amedsporê yê wê demê Çetîn Sûmer diyar kiribû ku Amedspor wê ji Lîga Tirkiyê vekişe.

Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyê Mahmut Ozgener piştî wan bûyeran ragihandibû ku, ne mimkûn e PKK û Amedspor wekî hev bêne nirxandin jiber vê helwêsta Bursasporê wê biryara cezakirine bê dayîn. Piştî vê yekê jî ji aliyê federasyonê ve Bursaspor bi100 hezar lîreyî hatibû ceza kirin.