Hevşaredarê Karakoçanê di lêpirsînê de ji mirinê filitî!

Hevşaredarê Karakoçana Elezîzê Burhan Kocaman ku li Rêveberiya Ewlekariyê di bin çav de bû, di dema lêpirsînê de krîza dil derbas kir û bo nexweşxaneyê hate rakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevşaredarê Karakoçana Elezîzê Burhan Kocaman ku li Rêveberiya Ewlekariyê di bin çav de bû, di dema lêpirsînê de krîza dil derbas kir û bo nexweşxaneyê hate rakirin.

Hevşaredarê Karakoçanê Kocaman di 27ê Çileyê de bi mebesta lêpirsîna ku fesadî tevlî îhaleyê kiriye ligel 10 kesên din hatibû binçav kirin. 

Di dema ku Hevserokê Şaredariyê nexweş ket de parêzerên wî jî amade bûne. Kocaman pêşî bo Nexweşxaneya Lekolînê û Perwerdeyê ya Elazîzê hat rakirin. Lê piştî ku pizîşk li nexweşiya Kocaman hur dibin û tespit dikin ku bi nexeşiya dil ketiye, bi awayekî lezgîn bo Zankoya TIPê ya Zanîngeha Firatê tê şandin û li vê nexweşxaneyê hatiye emeliyat kirin.

Dema ku polîsan bi ser Şaredariya Karakoçanê de girtibû ligel hevserokên şaredariyê, hevserokên navçeyê yê HDP û herwiha ku di nava wan de encûmenên şaredariyê jî cih digirin, 11 kes hatibûne binçav kirin.