"Beşdarnebûna PYDê, nayê wateya ku Kurd ne beşdar in"

Aşkere kir ku wan dixwest hemû aliyên opozîsyonê di wan civînan de beşdar bin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro ragehand,ku ne beşdarbûna PYDê di kongreya Cenêv3 nayê wê wateya ku Kurd ne beşdarin, ji ber ku Kurd di hemû şand û komîteyên Desteya Bilind ya opozîsyona Sûriyê de beşdarin.

Derbarê kongreya Cenêv3 û hebûna Kurdan di wan civînan de, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro ji K24ê re wiha got: "Nûnerên Kurdan di hemû komîteyên Desteya Bilind a Danûstandinên li gel rejîma Sûriyê de beşdarin, herwiha di şanda danûstandinan de jî hene."

Biro diyar kir ku, nebeşdarbûna Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) di kongreya Cenêv3 de, nayê wê wateya ku Kurd ne beşdarin.Aşkere kir ku wan dixwest hemû aliyên opozîsyonê di wan civînan de beşdar bin.

Duh, civînên Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê û çareserkirineke siyasî li wî welatî de bi alîkariya aliyên navdewletî û Neteweyên Yekbûyî(NY) dest pê kirin.