"Pêwîst bû Kurd di Cenêv3 de aliyê sêyemîn bûna"

Duh, danûstandinên kongreya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî(NY) û aliyên navdewletî dest pê kirin, çavdêrên siyasî jî dibêjin ku ew danûstandin dê heta şeş mehan bidome.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Çavdêrê Siyasî Şêrwan Ibrahîm ragehand ku pêwîstbû Kurd di kongreya Cenêv3 aliyê siyemîn ba û bi şandeke taybet beşdarî kiriba.

Derbarê beşdarîkirina Kurdan di kongreya Cenêv3, Çavdêrê Siyasî Şêrwan Ibrahîm ji K24ê re wiha got: "Ez ne ne bawerim ku Kurd di nav opozîsyona Sûriyê de encamên baş bi dest xwe bixe, lê eger şandeka wan ya taybet hebûya dê bandoreke mezin di kongreyê de kiriban."

Ibrahîm da zanîn ku Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) siyaset wenda kir, da zanîn ku ne Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) bi tena serê xwe dikare destkevtan bi dest xwe bixin,  ne jî PYDê dikare. Herwiha aşkere ku heta niha her du hîzîn Kurdî li hev nekirne, tekez kir ku derfeta lihevhatinê li pêşiya wan heye ku xwe yekalî bikin.