Aldar Xelîl behsa projeyên çareserkirinê dike

Biryare sibe danûstandin derbarê poseya aştiyê li Sûriyê, di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wê dest pê bike.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Endamê Desteya Cîbcîkar a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM)Aldar Xelîl ragehand ku, me brojeyên çareseriya Sûriyê  hene, aliyên navdewletî neçarin danûstandinê bi Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyê ya Demokratîk re bikin.

Derbarê proseya aştiyê li Sûriyê û kongreya Ceneva3ê, Endamê Desteya Cîbcîkar a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM)Aldar Xelîl ji K24ê re wihagot: "Eger biryara dîtina çareseriya Sûriyê hebe, ew neçarin danûstnadinan bi Rîveberiya Xweser û Encûmena Sûriyê ya Demokratîk bikin, ji ber ku me porjeyên çareseriyê hene."

Xelîl da zanîn ku biryara çareserkirinê li cem wan aliyên ku li kongereya Ceneva3ê bicivin nîne, lewma em xwe pê mijûl nakin, çi dema çareserî hat xwestin, wê demê neçarin bang li me bikin.

Biryare sibe danûstandin derbarê poseya aştiyê li Sûriyê, di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wê dest pê bike.