Rejîma Sûriyê navê danûstankarên xwe diyar kir

Biryar bû kongreya Cenêv-3 di 25ê mehê de birêve çûba, lê eger paşxistina wê di rojevê de ye.

K24- Navenda Nûçeyan

Rejîma Sûriyê navê endamên şandeya xwe ya danûstandinan bo kongreya Cenêv-3 diyar kir, egera paşxistina kongreyê jî di rojevê de ye.

Piştî ku opozîsyona Sûriyê navê endamên şandeya xwe ya danûstandinan eşkere kir, îro rejîmê jî danûstankarên xwe diyar kirin.

Li gor ajansa AFP, dê her yek ji Cîzgirê Wezîrê Derve, Fêsel Miqdad û Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî, Beşar Ceiferî serokatiya şandeya rejîmê bikin.

Herwiha şandeya rejîmê bi giştî ji “3 dîplomatkar û 8 parêzerên mezin” pêk tê, lê navê her 11an nehatiye eşkerekirin.

Ji aliyê din ve, biryar bû kongreya Cenêv-3 ya taybet bi dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re, di 25ê mehê de birêve çûba, lê li gor daxuyaniyên fermî, dibe dema kongreyê çend rojan were paşxistin.

Xala serek ya nakokiyê niha ewe ku, Rûsya rijde li ser wê yekê ku, hin kesên din ji aliyê xwe ve tevlî şandeya opozîsonê bike. Li opozîsyon bi hemû awayan vê yekê red dike.