Opozîsyona Sûriyê bi merc beşdarî Cenev3 dibe

Berpirsekî opozîsyona Sûriyê ragihand ku, ew danûstandinên aştiyê ligel rêjîmê nakin, heya operesyonên Rûsyayê û dorpêçkirin ji ser bajaran ranebe.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Berpirsekî opozîsyona Sûriyê ragihand ku, ew danûstandinên aştiyê ligel rêjîmê nakin, heya operesyonên Rûsyayê û dorpêçkirin ji ser bajaran ranebe.

Cîgirê Serokê Şandeya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Corc Sebra, îro ji “Rueters” diyar kir ku, berî rawestandina bombebarankirina sivîlan ji aliyê firokeyên Rûsyayê ve û rakirina dorpêça li ser bajar û bajarokên Sûriyê, ew dest bi danûstandinê ligel rêjîmê nakin, heger bi çi awayî be.

Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry duh ragihandibû ku, dê danûstandinên Cenêv3 di hefteya bê de dest pê bike, herwiha diyar kiribû jî ku danûstandin dê ne bi awayekî rasterast bin.

Her yek ji opozîsyon û rejîma Sûriyê jî, danûstankarên xwe diyar kirine, lê heta niha Rûsya dixwaze hin navên din tevlî şandeya opozîsyonê bike.