Staffan de Misture gehişte Şamê

Biryar e di 25ê vê mehê de bi alîkariya aliyên navdewletî danûstandin di navbera Opozîsyona Sûriyê û rejîma wî welatî de dest pê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Misture, duh êvarî gehişte Şamê û biryare îro jî ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê derbarê çareserkirina kirîza wî welatî de bicive.

Derbarê mjiarê de ajansa Sûriyê ya fermî SANA daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Derbarê amadekariyê Kongreya Cenevreyê de biryar e Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Misture îro ligel her yek ji Cîgirê Serowezîr û Wezîrê Derve Welîd El-Mûelim bicive."

Berî niha  Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq, ragihandibû ku Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Misture roja Yekşemê li Îranê dê derbarê krîza Sûriyê de ligel rayedarên wî welatî bicive.

Biryar e di 25ê vê mehê de bi alîkariya aliyên navdewletî danûstandin di navbera Opozîsyona Sûriyê û rejîma wî welatî de dest pê bikin.