Rejîma Sûriyê bi merc beşdarî “danûstandinan” dibe

Danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê dê di dawiya vê mehê de li Cenêvê dest pê bikin.

K24- Navenda Nûçeyan

Rejîma Sûriyê tekez kir ku, ew amade ye beşdarî danûstandinên çareseriyê bibe, lê amaje bi çend mercan dike.

Nûnerê Navdewletî yê Taybet bi Sûriyê, Staffan de Mistura îro li Şamê ligel wezîrê derve yê welatî, Welîd Muelim civiya.

Li gor ajansa fermî ya Sûriyayê, Muelim diyar kiriy ku, ew amade ne beşdarî danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê bibin, lê bi mercê ku De Mistura navê şandeya danûstandinan a opozîsyonê û navê grûpên ku wek terorsît hatine naskirin, radestî rejîma Sûriyê bike.

Biryar e danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê di 25ê vê mehê de li Cenêvê, det pê bikin.

De Mistura beriya serdana Şamê bike, li Erebistana Siûdiyê ligel nûnerên opozîsyonê civiya bû.

Di meha borî de jî, Encûmena Asayişa Navdewletî biryarek derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de pesend kir, dê nexşeriya çareserkirinê jî ji vê mehê de dest pê bike.