Demîrtaş nehêniyeke balkêş eşkere kir

Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş li ser operasyonên li Bakurê Kurdistanê nehêniyeke balkêş eşkere kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş li ser operasyonên li Bakurê Kurdistanê nehêniyeke balkêş eşkere kir.

Selahedîn Demîrtaş ji televizyona Med Nûçe re diyar ku hevalekî wî yê li Enqereyê agehdariyek saxlem ji wî re ragihandiye û got: "Serfermandariya Artêşê li hemberî fermana hikûmetê ya di operasyonan de tankan bikarbînin dû şert pêşkêş kiriye."

Hevserokê HDPê wiha axifî: "Hikûmetê daxwaz ji serfermandariya artêşê kir ku derbasî nava bajaran bibin. Ji wan re got, hûnê bi tankan biçin. Serfermandarê artêşê jî di bersivê de wiha gotiye, me bi salan li hemberî terorê tekoşîn meşand û we ev yek ji me daxwaz nekir, hûn niha dixwazin. Ger em derbas bibin, wê gelek sivîl bimirin û gelo hûnê garantiya vê yekê bidin. Ma gelo hesabê vê yekê ji me nayê pirsîn?"

Selahedîn Demîrtaş got: "Serfermandariyê ji hikûmetê re got ku hûn me ji wan cihan dernaxin û emê biryarê bidin. Hikûmetê di rewşeke bê çaretiyê de daxwaz kir ku leşker biçin nav bajaran, sivîl an jî kesên din bimirin, vê ji me re bihêlin û emê vê veşêrin. Em nahêlin lêpirsîn bên vekirin û emê xwedî li we derbikevin. Heta serfermandariyê li ser vê yekê daxwaza yasayekê jî kiriye. Gotiye, we çawa ji bo misteşarê MÎTê yasayek derxistiye, ji me re jî derbixin."