Li Tirkiyê 10 penaberên din bûn qurbanî

Li Tirkiyê bajarê Çanakkaleyê di encama binavbûna belema penaberan de 10 kesan canê xwe ji dest dan.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Çanakkaleyê di encama binavbûna belema penaberan de 10 kesan canê xwe ji dest dan.

Kareseta penaberan bidawî nabe û roj bi roj mezintir dibe. Îro berbangê li bajarê Çanakkaleyê durî peravên Bademliyê belema penaberên ku dixwestin derbasî Yewnanîstanê bibin binav bû. Di encam de 5ê wan zarok, 10 kesan canê xwe ji dest dan, 43 kes jî hatin rizgarkirin.

Ji bajar û bajarokên derdora Çanakkaleyê gelek ambûlans çûn cihê bûyerê. Birîndar bo nexweşxaneyan hatin vegûhestin û tîmên ewlekariya deryayî xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin.

Hat ragihandin ku piraniya penaberan xelkê Suriye, Efganîstan û Burmayê ne.

Şeva din jî li deryaya Egeyê qeyikeke din a penaberan niqûm bûbû û di encamp de herî kêm 26 kesan canê xwe ji dest dabûn..