Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Bi mebesta gotûbêjkirina li ser pirsgirêkên di navbera her du aliyan de, biryar e siba şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi mebesta gotûbêjkirina li ser pirsgirêkên di navbera her du aliyan de, biryar e siba şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

Sekreterê rojnamevaniyê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Samî Ergûşî ragehand, ku bi mebesta gotûbêjkirina li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hevkariya hêza Pêşmerge, biryar e siba şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

Ergûşî eşkere kir, ku şanda Herêma Kurdistanê dê ligel Serokwezîrê Iraqê û Balyozê Amerîkayê li Bexdayê Steward Jones bicive û di heman rojê de jî vegere Herêma Kurdistanê.

Herwiha Ergûşî diyar kir, ku şanda Herêma Kurdistanê dê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî be, herwiha ji Serokê Dîwana hikûmeta Herêma Kurdistan Fûad Hisên û Roj Nûrî Şawês pêk were.

Ergûşî amaje bi wê yekê kir, ku di civîna di navbera şanda Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, rewşa aborî, petrol û  şerê li dijî DAIŞê werin gotûbêjkirin.

Ji bêhtirî 2 salan e, hikûmeta Iraqê beşê budceya Herêma Kurdistanê û mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê bi biryareke Serokwezîrê berê Nûrî Malikî hatiye birîn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanl dibêje, ku rola hêza Pêşmerge di rûbirûbûna DAIŞê û rizgarkirina çendîn navçe ji destê DAIŞê de, lê Bexda heta niha ti hevkariyeke leşkerî û madî bo Pêşmerge neşandiye.

Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje jî, ku Bexda bûye rêgir li pêş gihêştina çek û teqemenî û hevkariyên rasterast ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî bo Pêşmerge.