Li Kobanê pêşangeheke wêneyan hat vekirin

Li gor komîteya amadekar a pêşangehê ew pêşangeh dê li Herêma Kurdiatnê jî di dema pêş de were vekin, herwiha xwediyên wêneyên balkêş jî dê xelatan werbigrin.
kurdistan24.net

 

K24-Kobanê

Yekîtiya Ragehandina Azad li Rojavayê Kurdistanê pêşangeha Eşq ûBerxwedaniyê li bajarê Kobanê vekir, di pêşangehê de berxwedaniya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê diyar dikirin.

Derbarê vekirina pêşangehê endamek ji Yekîtiya Ragehandina Azad bi navê Ehmed Mihemed ji K24ê re wiha got:"Em weke erkek li ser milê me ye ku em bi rêya van dîmenan û wêneya berxwedana xwe bikin."

Pêşangeh li navenda Baqî Xido hat vekirin, tê de 77 wêneyên phtografî ku behsa êş, azar, berxwedanî û dîroka gelê Kurd dikir hatin pêşandan.

Her li ser heman mijarê endamê yekitiya Ragihandina Azad Dicle Ehmed wiha ji K24ê re axifî: "Berî niha me ev pêşangeh bi navê "Ji Sine heta Kobanê" li bajarê Qamişlo vekirbû, niha em li Kobanê jî vedikin, ev du mehin me amadekarî jê re kirbûn, wê du rojan berdewam bike."

Li gor komîteya amadekar a pêşangehê ew pêşangeh dê li Herêma Kurdiatnê jî di dema pêş de were vekin, herwiha xwediyên wêneyên balkêş jî dê xelatan werbigrin.