Pêşangehek li ser çîroka neolîberalîzma Tirkiyê

Di pêşangehê de qedexeyên wê deme yên ser akademisyenan û pirtûkan û helwêsta akademisyenan a ku bi manîfestoyekê xwestine hişyariyekê bidin civakê jî hat rojevê.
kurdistan24.net

K24 - Enqere

Li Tirkiyê di 12 Îlona 1980an de darbeyeke leşkerî pêk hat. Li Tirkiyê, piştî darbeyê polîtîkayên neolibaralîzmê hatin şopandin. Derbarê van bûyeran de li Enqerê di Pêşangaha Salta Ulusê de bi navê “ Em çawa hatin vê derê ?” pêşangahek hat saz kirin.

Li pêşangahê bandora darbeya 12 Îlonê û neolîbaralîzmê bi wene, pirtûk, kovar û  fîlman hat nişandan. Di pêşangehê de serdema tevgera femenîstan ya dûyemîn û protestoyên tevgerên karker, karmend û aktivîstan, ên wê demê ku çawa ji aliyê desthilatdaran ve dihatin çewsandin û qedexe kirin jî, bi awayekî hunerî bo temaşevanan hat pêşkêş kirin.

Derbarê pêşangehê de temaşevan Fatma Ergîn got: "Mirovan li hemberî bûyerên wê deme dengê xwe bilind kirin. Herwiha ji wê rojê heta roja îro jî têkoşîna xwe didomînin. Ez jî ji wê deme haydar im."

Di pêşangehê de qedexeyên wê deme yên ser akademisyenan û pirtûkan û helwêsta akademisyenan a ku bi manîfestoyekê xwestine hişyariyekê bidin civakê jî hat rojevê.

Temaşavan Ece Bîlgîç jî wiha axifî: "Ez, jenerasyona piştî 80ê yî me. Ji ber pêşangahê gelek kefxweş im. Zêdetir beşa qedexe kirina pirtûkan bala min kişand. Ew pirtûkên qedexekirî niha di bernameyên perwerdeyê de cih digirin."

Dema ku YOK ava dibe xwendekar li dijî wê serî hildidin. Serhildana xwendekaran ji aliyê Kovara Sokakê ve bi lîstikeke xêzkirî ku şagirt di navê de tê bibîranîn. Temaşevaneke din jî wiha dibêje: "Pêşangehê eş û janên wê demê bi bîra min xist. Di wê demê de ji kar hatim avêtin. Sedema van yekan jî şerê di navbera azadîxwaz û desthilatdaran de bû."

Herwiha di pêşangehê li ser têkoşîna ku ji aliyê Kurdan ve jî hatiye dayîn, ji bo bi dawî anîna şer û mafên mirovan, bi riya rojname, kovar û pirtûkên wê deme bo beşdaran hat pêşkêşkirin. Beşdarên ku li pêşangehê çav gerandin jî bi rêya van dîmenan derketin rêwîtiya salên 80ê yî.