Merker: Penaber dê vegerin welatên xwe

Di sala 2015an de, li gor UNHCR, zêdeyî yek milyon penaber giheştine welatên Ewropayê
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Şêwermenda Almanyayê Angela Merkel ragehan ku pêwîste penaber bizanin, mayîna wan li Almanya demikî ye.

Derbarê pirsa penaberan li welatên Ewropayê Şêwermenda Almanyayê Angela Merkel di dauyaniyekê de wiha got: "Pêwîste penaber bizanin ku piştî aramiya rewşa Sûriyê û jinav birina DAIŞê ji Iraq û Naveçeyê, ew dê vegerin welatên xwe."

Daxuyaniyên Mergel di demekê de tê ku duh, çareke din Li Çanakkaleyê qeyîkeke din ku penaber lê barkirî noqî avê bû. Li gorî agahiyên pêşî herî kêm 40 penaber di avê de xeniqîn, herwiha 90 kesên din hatin rizgarkirin.

Berî du rojan jî qeyikeke penaberan li nêzî peravên Tirkiyê, di navbera Bodrum û Girava Samosê noqî avê bûbû û 26 kes xeniqî bûn.

Di sala 2015an de li gor UNHCR zêdeyî yek milyon penaber giheştine welatên Ewropayê.