Şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye
K24 – Bexda
Bi armanca gotûbêjkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de, şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî gehişte Bexdayê û niha ligel Serokwezîrê Iraqê di civînê de ne.
Sekreterê Rojnamevanî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Samî Ergûşî doh ragehandibû ku bi mebesta gotûbêjkirin û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hevkariya Hêzên Pêşmerge, şandeke Herêma Kurdistanê dê roja Yekşemê serdana Bexdayê bike.
Li gorErgûşî, şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî dê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Balyozê Amerîkayê yê Bexdayê Steward Jones bicive û di heman rojê de jî vegere Herêma Kurdistanê.
Ergûşî amaje bi wê yekê kir, ku di civîna navbera şanda Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, rewşa aborî, petrol û şerê dijî DAIŞê dê werin gotûbêj kirin.
Şanda Herêma Kurdistanê ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Roj Nûrî Şawês pêk tê.
Zêdeyî 2 salan e, hikûmeta Iraqê beşê budceya Kurdistanê biriye û meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê jî naşîne. Ligel rola girînh a Hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna DAIŞê û rizgarkirina çendîn navçeyan ji destê wê grûbê, lê Bexdayê heta niha tu hevkariyeke Pêşmergeyan nekiriye.