"PYD beşek ji rejîmê ye, lewma bo Cinêv3 nehat vexwendin"

Şevê din şanda Opozîsyona Sûriyê ku ji 20 kesan pêk dihat geheşte Cinêvê, biryare îro bi Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) Steffan De Mistura bicive.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Bilin a Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê Dr.Ebdilhekîm Beşar ragehand ku, PYDê beşek ji rejîma Sûriyê ye, ji ber wê yekê li Cenêv3 nehat vexwendin.

Derbarê nûneratiya Kurdan li kongreya Cenêv3 de ku hinek aliyên siyasî dibêjin ku ENKSê nûneratiya Kurdan nake, Endamê Desteya Bilin a Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê Dr.Ebdilhekîm Beşar ji K24ê re wiha got: "Nûnerên me di hemû ofîsên opozîsyonê de beşdarin, PYDê nikare bêje ku ENKSê nûneratiya Kurdan nake, ji ber ku ew beşek ji rejîma Sûriyê ye, [ li gor rej'm; daxife."

Hekîm da zanîn ku her çi babet derbarê pêşeroja Sûriyê were gotûbêjkirin û çareserkirin derbar; kir'za S[riy; de be,  pirsa Kurdî  dê beşek ji wê çareseriyê be.

Şevê din şanda Opozîsyona Sûriyê ku ji 20 kesan pêk dihat geheşte Cinêvê, biryare îro bi Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) Steffan De Mistura bicive.