Waliyê DAIŞê li bajarê Kerkukê hat kuştin

Li gor zanyariyê Hevpeymaniya Navdewletî, wan çekdaran xwe amade dikin, daku êrîşî bajarê Samera bikin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Di êrîşekê esmanî de ya Hevpeymaniya Navdewletî waliyê DAIŞê li bajarê Kerkukê Mihmel El-Wezîrî ku bi navê Ebo Îman dihat naskirin li gel 3ê sekirdeyên din hatine kuştin.

Derbarê kuştina waliyê DAIŞê li bajarê Kerkukê, Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniyekê de tekez kir ku, îro welaiyê DAIŞê li bajarê Kerkukê, Mihmed El-Wezîrî ku bi navê Ebo Îman tê naskirin li navçeya Zabê hate kuştin.

Li gor daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî di encama wê êrîşê de jî, 3 serkirdeyên din bi navê, Ebo Con, Ebo Mihmed Lîbî û Ebo Esad El- Şîşanî hatin kuştin, herwiha  6 çekdar birîndarbûn û 15 otombîl jî hatin jinav birin.

Li gor zanyariyê Hevpeymaniya Navdewletî, wan çekdaran xwe amade dikin, daku êrîşî bajarê Samera bikin.