Elî Bapêr: Pêdivî ye berî rêfrandomê hinek rêkar ên din bihên wergirtin.

Emîr ê Komele ya Îslamî, Elî Bapîr di daxuyanek a taybet de bo Kurdistan 24 ragehand: ku pêdivî ye berî rêfrandomê hinek rêkar ên din bihên wergirtin.
kurdistan24.net

 

K24- Hewlêr:

Emîr ê Komele ya Îslamî, Elî Bapîr  di daxuyanek a taybet de bo Kurdistan 24 ragehand: ku pêdivî ye berî  rêfrandomê hinek rêkar ên din bihên wergirtin.

Herweha  Emîrê Komele ya Îslamî got: Pêtvî ye nav mal a Kurd hevgirtî be.

Herweh got: Divê me diplomasîyek a navend hebe; anku dive wek tevaya evê qeware ya sîyasê li gel xelkê biaxvî, vêcar ber bi rifrandom û serxwebûn a Kurdistanê pêngavan bihavêjî.

Evroj  nwêner ê deh Kunsulxane yên welat ên bîyanî li Herêm a Kurdistanê;  li gel emir ê Komele ya Îslamî kom bû bi merem a gêngeşekirinê li ser rewşa hindurî ya herêmê.

Peyamnê rê Kurdistan 24 li hewlêrê ragehandibû  ku evroj li Hewlêrê, sand a nwêner ê deh welat ên biyanî li Herêm a Kurdistanê  li gel Kome ya Îslamî kom bûne.bi mebest a gêngeşekirinê li ser  pirs ên hindurî û li hev nêzîkkirin a alî yên sîasî û vedîtin a çareserîyekê li gel alî yên sîasî li başurê Kurdistanê ji bo derbazbûnê ji wê rewşê.

Got jî di destpêkê de nwêner ê welat ên biyanî serdan a Elî Bapîr emîr ê Komele ya Îslamî ya Kurdistanê kir û himarek ji serkirde yên Komeleyê di kombûnê de amade bûn. Birayare ku piştî kombûnê li gel Komele ya Îslamî ya Kurdistanê, nwênerê 10 welat ên biyanî serdan a Partî ya Demokrat a Kurdistanê û Yekgirtû ya Îslamî bike.