Opozîsyona Sûriyê spasiya Barzanî dike
K24- Cenêv
Berdevkê Şandeya Opozîsyona Sûriyê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir “li ser piştgiriya ku dayî gelê Sûriyî di qonaxên hestiyar de.”
Pêr, 29ê Çile, civîna Cenêv-3 ya bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çareserkirina krîza Sûriyê di navbera opozîsyon û rejîma wî welatî de dest pê kir.
Berdevkê Şandeya Opozîsyona Sûriyê, Salim el-Mislit li Cenêvê ji peyamnêrê K24ê re ragihand ku, hemû pêkhateyên Sûriyê rewşek dijwar derbas dikin, tevî Kurdan jî, ew dijwarî û sitema li ser gelên Sûriyê jinav naçe, heta ku rejîm ji ser desthilatê ranebe.
Mislit spasiya Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî kir û got: “Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, gelek hewl dane û di qonaxên hestiyar û nexweş de piştgiriya Sûriyan kiriye.”